Derbarê dosyaya hevşaredaran de biryara nepeniyê hat dayîn 2020-06-23 16:14:49   XARPÊT – Derbarê dosya lêpirsînê ya Hevşaredarên Bajaroka Sarûcanê Bekir Polat û Canan Tağtekîn ku hatibûn binçavkirin de biryara nepeniyê hat dayîn.    Îro serê sibehê di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê ve hatibû destpêkirin de bi ser mala Hevşaredarên Bajaroka Sarûcanê ya navçeya Depê ya Xarpêtê Bekir Polat û Canan Tağtekîn û rêveberê HDP’ê Mehmet Sari ve hatibû girtin û hatibûn biçavkirin. Derbarê dosya lêpirsîna hevşaredarande biryara nepeniyê hat girtin.    Li aliyê din lêgerîna ku li li avahiya şaredariyê hatibû destpêkirin jî bi dawî bû.