ÎHD, TTB û THÎV'ê bertek nîşanî mudaxaleya polîsan a meşê da 2020-06-23 15:03:50   ENQERE - Nûnerên TTB, ÎHD û THÎV'ê bertek nîşanî mudaxaleya polîsan a lijî meşa Serokên Baroyan da. Parazvanên mafên mirovan xwest pêşnûnameyên li dijî daxwazên civakê neynîn rojevê.      Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THİV), mudaxaleya polîsan a li dijî meşa Serokên Baroyan bi zimanekî hişk rexne kir û bertekên xwe anîn ziman.    Nûner û rêveberên TTB'ê li avahiya xwe ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Sinan Adiyaman, anî ziman ku di van rojên corona de dixwazin dengê rêxistin û saziyên demokratîk bitepisînin û wiha got: "Ev dibe sedema bertekên civakî. Divê van zagon û pêşnûmeyên ku bibe sedema bertek û nerazibûnên civakê paşve bikişînin. Şewb edî bûye pirsgirêka tenduristiya civakê. Ne tenê pirsgirêka kesên tên dermankirin. Mudaxaleya polîsan li dijî zagonan e û ne rewa ye. Ev nêzîkatiya polîsan nayê qebûlkirin. Ev mudaxaleya polîsan a li dijî Serokên Baroyên ku dixwazin daxwazên xwe yên demokratîkt bînin ziman ne rewa ye. Aşkere êrîşî mafê parêzeran ê demokratîk e. Ev helwestek bê berpirsiyarî ye. Em dixwazin vê pêşnûmayê paşve bikişînin. "     ÎHD Û THÎV'Ê JÎ DAXUYANIYA HEVPAR DAN   Nûnerên ÎHD û THÎV'ê jî bi heman armancê daxuyaniyek hevpar dan. Nûnerên ÎHD û THÎHV'ê anîn ziman ku parêzer ji bo mafê parastina serbixwe biparêzin dimeşin û wiha got: "Îqtîdara siyasî dixwazin her tiştî bi xwe ve girê bide. Dixwaze bi guhertina zagonê êdî li ser darazê jî zordestiyê pêş bixin. Em ê di vê têkoşîna maf de bi hevre bi ser bikevin."