Hevşaredara Pirsûsê Çevîk hat berdan 2020-06-23 14:53:41   RIHA – Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin di danişîna duyemîn de hat berdan.    Hevseroka Şaredariya Navçeya Pirsûsê ya Rihayê Hatîce Çevîk ji wezîfeyê hatibû girtin, qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û pişt re hatibû girtin. Derbarê Çevîk de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Rihayê hat lidarxistin. Çevîk bi rêya dîmen ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Ahmet Ceylan, Îsmîla Bulbul û Muslum Baran jî di danişînê de amade bûn.    Çevîk sûcdariya li ser xwe red kir û diyar kir ku ji bo qeyûm were danîn hin îdia derbarê wê de hatine kirin. Çevîk got derbarê wê de tu delîlek şênber wê sûcdar bike nîne û xwest were berdan.    Parêzeran jî anî ziman ku girtina miwekîla wan bêhiqûqî ye û xwestin were beratkirin.    Şandeya dadgehê piştî parastinê biryara berdana Çevîk da.    Danişînek din a dozê taloqî 27’ê cotmehê hat kirin.