11 kesên li Çewlîkê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-06-23 12:24:34   ÇEWÎK - 11 kesên di serdegirtinên malan ên Çewlîkê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Li navend û navçeya Kanîreş ên Çewlîkê, polîsan di 19’ê Hezîranê de bi ser malan de girtibûn û 11 kes binçav kiribûn. 11 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin. Dozgerê îfadeya Bayram Aksoy, Selîm Aksoy, Ferît Karabag, Nîhat Tîryakî, Abdurahîm Aksoy, Yuksel Aksoy, Suleyman Bûlûtgiray, Nîhat Gurdegir, Mahmût Gurdegir, Dîdem Polat û Onder Polat girtin, bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan şandin Dadgeha Cezayê Sûlhê.    11 kesên îfadeyên wan hatin girtin û bi îdîaya “alîkarî dayîna rêxistinê” hatin sûcdarkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.