Hevşaredarên Sarûcanê binçav kirin 2020-06-23 11:28:55   XARPÊT – Hevşaredarên Bajaroka Sarûcanê yên HDP’î Bekîr Polat û Canan Tağtekîn hatin binçavkirin.    Hevşaredarên Bajaroka Sarûcanê ya navçeya Depê ya Xarpêtê yên HDP’î Bekîr Polat û Canan Tağtekîn û rêveberê HDP’ê Mehmet Sari, di çarçoveya lêpirsînekê de ji aliyê leşkeran ve di saetên serê sibehê de bi serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina hevşaredaran avahiya şaredariyê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Li avahiya şaredariyê lêgerîn tê kirin û hat diyarkirin ku dê qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin.    Hat hînbûn ku hevşaredar li qereqola cendirmeyan tên girtin.