Bertekên li dijî bombebaranên TSK’ê 2020-06-23 11:28:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên hewayî û bejayî yên TSK’ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe li gelek cihan bi meş û daxuyaniyan hatin şermezar kirin.    Êrîşên hewayî û bejayî yên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) yên li ser Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê li gelek navendan hatin şermezar kirin. Li bajarê Silêmaniyê, gelek hunermendan duh daxuyanî dan çapemeniyê û berteka xwe ya li dijî êrîşan rave kirin. Hûnermen ji bo daxuyanî bidin li ser gora helbestvanê kurd Şêrko Bêkes kom bûn.    Hûnermend Tara Mîhemed, êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got: “Tirkiye ne tenê dixwaze rêyên leşkerî, di heman demê de dixwaze rêyên çand û hunerê yên Kurdistana Başûr jî dagir bike. Em helwesta gelê Şêladizê ya li dijî êrîşan pîroz dikin. Em li gel wane. Daxwazên gelê Şêladizê, daxwazên me ne jî.”    MEXMÛR    Li Kampa Mexdûrê jî, heman çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin. Bi sedan kes, li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî yê kampê ve meşiyan. Endama Koodînasyoan Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek, daxuyanî da û ev bang kir: “Ji bo parastina nirxên Kurdistanê rabin ser piyan.”  Îşlek, bertek nîşanî êrîşan da û wiha  got: “Divê her kes li dijî êrîşan, dakevin qadan. AKP û MHP bi hemû hêza xwe êrîş dike. Wisan tê xuya kirin ku Tirkiye bi van êrîşên xwe, armanca dike ku hemû axa Kurdistanê dagir bike.”    SILÊMANÎ   Li Derbendîxana Silêmaniyê jî, gelek welatiyan bertek nîşanî êrîşan dan. Bijîşk Hekîm Ebdûlkerîm, di daxuyaniya da de wiha got: “Divê hikumeta Kurdistanê, li dijî êrîşên hikumeta AKP’ê helwesta xwe zelal bike.”