Cezayê birîna îlanan li Rojnameya Evrenselê hat birîn 2020-06-23 11:15:06   NAVENDA NÛÇEYAN – BÎK’ê bi hinceta nivîsa bi ser navê “Ji Qedera Berovajî Xelasî Tuneye” ya Ragip Zarakolû, 45 rojan cezayê birîna îlan û reklamên fermî li Rojnameya Evrenselê birî. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Fatîh Polat bi gotina “Heke ji destê wan xerabiyeke din bê dê wê jî bike” bertek nîşanî BÎK’ê da.   Saziya Îlanên Çapemeniyê (BÎK) ku bi biryarên xwe yên li dijî çapameniya muxalîf bûye “Şûrê Demokles”, ji ber nivîsa bi ser navê “Ji Qedera Berovajî Xelasî Tuneye” ya Ragip Zarakolû, di asteke rekor de ceza li Rojnameya Evrenselê birî. BÎK’ê ji ber vê nivîsê, biryar da ku heta 45 rojan îlan û reklamên fermî ji rojnameyê û malpera wê ya înternetê evrensel.netê re neyên dayîn.    POLAT BERTEK NÎŞAN DA   Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Fatîh Polat, li ser hesabê xwe ya medya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û bi gotina “Heke ji destê wan xerabiyeke din bê dê wê jî bike” bertek nîşanî biryara BÎK’ê da.   DÊ BIRYAR BÊ ÎTTÎRAZKIRIN   Parêzerê Rojnameyê Devrîm Avci, bertek nîşanî biryara BÎK’ê da û agahî da ku dê îttîraza biryarê bikin.