Hesabên navxweyî yên di rêveberiya qeyûm de: Xwarzî ji kar hat girtin 2020-06-23 10:57:20   MÊRDÎN - Piştî ku qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Walî Mûstafa Yaman vekişandin navendê, xwarziyê wî Yûnûs Emre Akça yê di şaredariyê de dixebitî ji peywirê hat girtin. Mercan Aykal a li Îzmîrê dijî, lê ji şaredariyê meaş digire jî, daxwaznameya îstîfayê da.   Waliyê Edenê Mahmût Demîrtaş ê tayînî şûna qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mûstafa Yaman hat kirin, peywir dewr girt. Hat zanîn ku Demîrtaş weke qeyûm tayînê şaredariyê jî hatiye kirin. Piştî ku Yaman di 10’ê Hezîranê de vekişandin navendê, liv û tevgera di şaredariyê de jî dest pê kir. Bi vê yekê re di navbera AKP’iyan û hin navên nêzî Yaman de, dest bi “hesabên navxweyî” hatin kirin.   ‘BANKAMATÎKVAN’ ÇÛN YÊN NÛ HATIN   Kesên tenê ji bo pereyên xwe bigirin dihatin şaredariyê û weke “bankamatîkvan” dihatin bi nav kirin, karê wan hat bi dawî kirin. Li cihê wan jî, karmendên nû hatin bicihkirin. Hat diyar kirin ku ligel ku pêdivî pê tuneye jî, karkerên nû yên ji bo kar hatin girtin, cihên xwe di xebatên weqfeke olî ya AKP û Qoserê de digirin e. Walî Yaman û qeyûmê berê, di dema xwe de ji bo “propagandayê” ekîban Masaya Mêrdînê avakiribû. Ev ekîb jî belavî yekîneyên nû hatin kirin. Hin kesên di vê ekîbê de cih digirin û weke nêzî Yaman tên zanîn, bi armanca “parastinê” di yekineyên cuda de hatin peywirdarkirin.    XARZIYÊ QEYÛM JÎ JI KAR HAT GIRTIN    Yaman piştî cara duyemîn weke qeyûm di 19’ê Tebaxa 2019’an de hat tayînkirin, xwarziyê xwe Yûnûs Emre Akça girtibû kar. Akça jî, ji kar hat derxistin. Mercan Aykal a li Îzmîrê dijî û derketibû holê ku ji şaredariyê meaş digire jî, daxwaznameya îstîfayê da. Di 17’ê  Hezîranê de, roja ku Yaman ji bajêr derket Mercan Aykal daxwaznameya xwe ya îstîfayê pêşkêşî şaredariyê kir.    MA  /  Ahmet Kanbal