6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê 2020-06-23 09:14:39 STENBOL – 6 rojnamegerên ku ji ber nuçeyên merasima cenazeyên endamên MÎT'e yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabûn weşandin hatin girtin, dê sibê (24'e Hezîran) derkevin pêşberî dadgehê.  Yekemîn danişîna doza 6 jê girtî 8 rojnamegerên ku nuçe der barê merasima cenazeyên endamên MÎT'ê de weşandibûn, dê sibê li Stenbolê bê dîtin. Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelik, Midurê Karên nivîsan Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Oda TV Bariş Terkoglu, Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Bariş Pehlivan, nûçegîhan Hulya Kilinç û Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Murat Agirel 4 mehin girtî ne. Rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên der barê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan tên darizandin. Danişîna ewil a rojnamevanan wê di 24'ê Hezîranê de (sibê) pêk bê. Danişîna dozê dê li Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê bê dîtin. Dozger rojnamegeran bi "aşkerekirina agahiyên dewletê yên divê veşarî bimînin" û "aşkerekirina agahî û belgeyên fealiyetên îstixbaratî" sûcdar dike û ji 8 salan heya 17 salan ceza dixwaze.