Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek 2020-06-23 09:11:59 AMED - Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û got: “Divê hemû hêzên welatperwer, aşitîxwaz û demokratîk dengê xwe bikine yek û li dijî van êrîşan derkevin.” Êrîşên Tirkiyê yên li ser Herema Federe ya Kurdistanê didomin. Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û Yekîtiya Neteweyî de axivî. Tek, diyar kir ku ne cara ewil e ku Tirkiye êrîşî Herema Federal a Kurdistanê dike û got: “Tirkiyê ji 1983’an û vir ve êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Bi hinceta li wir PKK heye êrîş dike lê niyeta wan ya rast ne ewe. Siyaseta ku ji damezrandinê heta niha dewleta tirk bi rêve dibe li ser înkarkirin û tunekirina gelê kurd e. Ev êrîş jî beşek ji vê ye. Bingeha pirsgirêka kurd li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ye. Çareserî jî divê li van deran pêk bê. Çareserî bi êrîş û înkarkirina gelê kurd nayê. Çawa êrîşên berê serneketin û bûne sedemê ku rewş aloztir û pirskirêka kurd kûrtir bibe dê vê carê jî wisa be. Ev êrîş jî wê bi sernekeve. Ne PKK xelas dibe ne jî pirsgirêka kurd tê çareser kirin. Mafê demokratîk û netewî yê gelê kurd were naskirin pirsgirêka kurd dê ber bi çareserkirinê ve biçe.”   Tek, anî ziman ku gelek armancên Tirkiyeyê di êrîşkirina Şengal, Kampa Mexmûrê û Qendîlê de hene û got: “Armanceke Tirkiyeyê nehiştina PKK’ê ya li heremê ye, ya din bê îstîkrarkirina Başûra Kurdistanê ye. Ji ber ku çandinî, pêz xwedî kirin xelas dibe, Kurdistan tê şewitandin, gund tên vala kirin, mirov tên kuştin.” Tek, bibîrxist ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglû gotiye ‘Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) nêzîkî PYD'ê bibe wê bibe hedefa me’ û wiha berdewam kir: “Nêzîkatiya Çavûşoglû siyaseta Tirkiyê ya derbarê pirsgirêka kurd de aşkere dike. Em dizanin heta mehekê berê têkiliyên ENKS’ê û Tirkiyê hebûn. Lê niha dibêjin ji ber ku ENKS nêzîkî PYD’ê bûye hedefa me ye. Ev jî dide nîşan dan ku dewletên dagirker naxwazin mala kurdan, rêxistinê kurdan bibin yek. Ji bo ku yekitiya kurdan pêk neyê çi ji destê wan bê dê bikin.”   ‘DIVÊ YEKITIYA KURDAN PIR DENG Û RENG BE’   Tek, destnîşan kir ku li hevhatina Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û ENKS’yê gelek baş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lihevhatin baş e lê kêm e. Hinek partiyên ku li Kurdistana Rojava bi hêz in weke Partiya Pêşverû û Partiya El-Wihdê (Yekitî) ne di nav de ne. Divê ev jî di nav de bin. Ev li hev hatin li ser Peymana Dihokê hatiye damezrandin. Du partiyên amadekar û beşdarvanên Peymana Dihokê Partiya Pêşverû û Partiya El-Wihdê bûn. Yekitiya kurdan çiqas pir reng û pir deng be ewqas xurt dibe. Divê herkes tevlî vê îtîfakê bibin. Dê wê demê serkeftina gelê kurd jî nêzîk bibe.”    ‘EM AMADE NE KU BI PARTIYÊN KURDISTANÎ RE BIXEBITIN’   Tek, bilêv kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO, Yekitiya Ewropa (YE), Emerîka, dewletên mezin, partiyên kurd û Kurdistanî yek helwest bin û li dijî êrîşên Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin û got: “Ji bo deng derxistineke hevbeş em amade ne ku bi partiyên din ên Kurdistanî re bixebitin. Mirov dikare gelek tiştan bi hevre bike. Roj roja bilindkirina dengê aşitiyê ye. Ji bona vê yekê hemû hêzên aşitîxwaz, kurdperwer û demokrat divê li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê em bi hev re bixebitin.”   ‘ARMANCA ME PARASTINA BERJEWENDIYÊN GELÊ ME YE’   Tek, destnîşan kir ku hêzên serdest li gor berjewendiyên xwe tev digerin û got: “Wexta kurd li Kurdistana Rojava û Başûr li dijî DAÎŞ’ê şer dikir van hêzên serdest digotin ‘kurd qehreman, pehlewan û zîrek in, dost û hevalbendên me ne.’ Wê demê berjewendiyên wan wisa dixwest . Divê em xwe nexapînin. Divê kurd siyaseteke nerm birêvebibin. Em siyasetekê deynin pêşiya xwe ku berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Divê siyaseta kurd nirxên netewî berbiçav bigire û li gor wan tevbigere. Armanca me ya yekemîn parastina berjewendî û azadiya gelê me ye.”   ‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ DENGÊ XWE BIKIN YEK’   Tek, diyar kir ku divê siyaseteke wisa bê birêvebirin ku dostên gelê kurd pirtir, dijmin jî kêmtir bin û got: “Divê hêzên serdest li dijî êrîşên dewletên dagirker derkevin. Çi êrîşên Îran, çi Tirkiye çi Suriye. Divê piştevaniya doza gelê kurd ya rewa bikin. Li Tirkiyê rewş berbi xerabiyê ve diçe. Hikumeta AKP’ê û Erdogan ber bi dîktatoriyê ve diçe. Êrîşên li dijî gelê kurd her ku diçe zêde dibin û berdewam dikin. Êrîş li partiyên kurd, siyasetmedarên kurd tên girtin, tayînkirina qeyûman berdewam e, nûnerên kurd li parlementoyê tên derxistin. Ji ber vê yekê ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan divê hemû hêzên welatperwer, aşitîxwaz û demokratîk dengê xwe bikine yek û li dijî van êrîşan demokrasi û azadiyê pêk bînin.”