Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin 2020-06-23 09:09:09   AMED – Li navçeya Gêlê li ser şikeftên dîrokî ku qada SÎT'ê ye û ji dema Paleotîkê mayî avahiyeke du qatî ya qaçax lêkirin.    Li Taxa Qonax a navçeya Gêlê ya Amedê li ser şikeftên dîrokî ya ji dema Paleotîkê mayî di nav qada sîtê ya dîrokî de ye avahiyeke du qatî ya qaçax hatiye çêkirin. Li Taxa Qonaxê ku wekî xirbeyên qonaxê tê zanîn û bi statuyeke taybet tê kontrolkirin, bi dehan şikeft û deverên dîrokî hene.    Hat hînbûn ku avahiya du qatî ya li qada sîtê hatiye çêkirin qaçax e. Her wiha ligel vê li deverên din ên qadên dîrokî jî avahî tên çêkirin.    MA / Lezgîn Akdenîz