Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan 2020-06-23 09:03:03 EDENE - Parêzerê malbata girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê piştî hat berdan û çend saet şûnde jiyana xwe ji dest da, Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku wan serlêdana sûc kir, lê heta niha tu encam negirtine. Ongor, destnîşan kir ku dema pêdivî bi dermankirina Kaya hebû bernedan û piştî bijîşkan gotin 'Êdî tiştekî em bikine' hêj nû serbest dan.  Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku li girtigeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê girtî bû û nexweşê giran bû, di 20'ê Gulanê de hat berdan û çend saet şûnde li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ji ber ku nehat berdan jiyana xwe ji dest da parêzerê malbata Kaya Îlhan Ongor, der barê rayedarên girtîgehê de li dozgeriyê serlêdana sûç kir. Lê heta niha der barê serlêdana sûc de tu gav nehatiye avêtin. Ongor, anî ziman ku Kaya 10  salan bi nexweşiyên dil, mîde, rovî û gelek nexwiyên din bû û li gel nexweşiyên giran nehat dermankirin û di wextê xwe de nehat berdan. Prz. Ongor, anî ziman ku ji ber sersarî û bê edaletiyê Kara ji yana xwe ji dest da û wiha got: "Ev ne mirinek xwezayî ye. Ji ber sersariyê Kaya jiyana xwe ji dest da. Li gel ku nexweşê giran bû û her kesî ev yek dizanibû jî bi zanebûn terkî mirinê kirin. Ji ber ku rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniye di dema wê de derman nekirin û rapora berdanê nedan mixabin Kaya jiyana xwe ji dest da. Me der barê Îdareya Girtîgeha Osmaniyê û rayedarên din de serlêdana sûc kir û serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê da. Lê mixabin heta niha der barê serlêdana sûc de gav nehatiye avêtin. Dîsa me di heman demê ser serî li Wezereta Dadê û Wezareta Tenduristiyê da. Lê hêj tu encam pêş neketiye. "    Prz. Ongor, da zanîn ku li gel dema Kaya li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bû, Saziya Tipa Edlî rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" dabû jî dîsa nehat berdan û wiha got: "Herî dawî dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê kirin, dermanê cuamadin ku ji bo wî pir girîng bû nedan wî. Ji ber bê eleqeya bijîşkên revîrê û helwesta Rayedarên Girtîgehê, dereng sewqa wî hat kirin. Beriya mirina wî 2 mehan êdî Kaya bi tena serê xwe nikarîbû bijiya. Li gel vê yekê jî nehat berdan. Ji bo ku Kaya bê berdan hem bi devkî û hem jî bi nivîskî ji bo Kaya bê berdan û dermankirin me gelek caran serî li Serdozgeriya Girtîgeha Osmaniyeyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê da. Me dîsa serî li Wezareta Tenduristiyê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan da. Lê me tu encam bi dest nexist. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Li gel hemû serlêdanên me, daxwazên me hatin redkirin. Hin mehan 20 caran rakirin nexweşxaneyê. Hin caran rojê 2 caran rakirin nexweşxaneyê."     BIŞTÎ BIJÎŞKAN GOT 'ÊDÎ TEDAWÎ FÊDE NAKE' SERBEST BERDAN   Prz. Ongor, anî ziman ku wan ji ATK'ê rapor xwest û xwestin girtina wî taloq bikin û wiha lê zêde kir: "Lê Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê rapora heyetê bi hinceta şewba vîrûsê taloq kir. Herî dawî Kaya 20'ê heyet kom bû û rapora "Kaya nikare di girtîgehê de bimîne" da. Di heman rojê de Kaya sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurova ya Balcali kirin. Roja ku Kaya sewqî nexweşxaneya Balcali kirin, bijîşkan qet mudaxale nekirin û diyar kirin ku êdî şensa Kaya bijî tune ye. Piştî bijîşkan anî ziman ku şensa Kaya bijî tune, Saed di 13.00'an de Dozgerê Girtîgeha Osmaniye biryar da ku înfaza Kaya taloq bikin. Piştî biryarê 5-6 saet şûnde, Bijîşkên Nexweşxaneya Tipê ya Balcali anîn ziman ku girtiyê nexweş Kaya jiyana xwe ji dest daye. Kaya bi zanebûn şandin ser mirinê. Li gel rewşa wî dizanîbûn mudaxale nekirin û serbest bernedan."       Ongor, herî dawî bibîr xist ku wan niha jî ji ber mirina Sabri Kaya ya ji ber sersariyê der barê rayedaran de gilî kiriye û got: "Lê heta niha tu encam tune. Tu gav nehatine avêtin. Ji bo ku rayedar bên cezakirin hewldanên me dê bidomin."