Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine 2020-06-23 08:51:00 ENQERE - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku polîsan ew bi sê qor bariyeran dorpêç kirine û destûr nadin hempîşeyên wan biçin piştgiriyê bidin wan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, serê sibê li ser şewa Serokên Baroyan ên ji bo mafê xwe meşiyan Enqereyê li ser hesabê twîtterê agahî parve kir. Aydin, diyar kir ku niha ji aliyê polîsan ve bi 3 qor bariyeran hatine dorpêçkirin û destûr nadin ku çapemenî biçe cem wan û destûr nadin ku hempîşeyên wan biçin wan ziyaret bikin û piştgiriyê bidin wan.