Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye 2020-06-22 17:05:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan, li dijî sîrgûn kirina xwe û binpêkirinên mafan ên li ser xwe 3 rojin di greva birçîbûnê deye.     Girtiya Siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan wek nerazîbûnek li dijî veguhestina xwe ya ji girtîgeha Xoy û rewşa xwe ya tendirûstî ku bi virûsa Koronayê ketiye, ev sê roj in li girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Celaliyan ji 20’ê Hezîranê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya Celaliyan xirab bûye.   Parêzer Suheyla Hicab ku diheman demê de ew jî li gel Celaliyan di girtîgehê de dimîne, bi tomarek dengî ragihand ku li gel Zeyneb Celaliyan sê roj in dest bi greva birçîbûnê kirine. Suheyla Hicab da zanîn rewşa tendirûstî ya Celaliyan gelek giran bûye û pêwîste di demek zû de ji girtîgehê were derxistin. Her wiha Suheyla bang li hemû alî û rêxistinên mafê mirov dike li hemberî rewşê bêdeng nemînin.   Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nêzî 13 salene di girtîgehê de ye û di pêvajoya girtina xwe de êşkenceyên derûnî û fizîkî lê hatin kirin û ev jî bandorê li tenduristiya wê kiriye. Her wiha Celaliyan di 21’ê Gulanê de ji Girtîgeha Xoy a ser bi parêzgeha Urmiyê birîbûn Girtîgeha Qerçek û li wir bi vîrûsê ketibû.