Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da 2020-06-22 17:01:34   MÊRDÎN – Bavê Rahşan Demîrel ku di Newroza sala 1992’an de laşê xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû, Suleyman Demîrel, ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Bavê Rahşan Demîrel ku di Newroza sala 1992’an de li semta Kadîfekaleyê ya navçeya Konakê ya Îzmîrê laşê xwe dabû ber agir û dawî li jiyana xwe anîbû, Suleyman Demîrel ku li Mêrdînê dijî, ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Demîrel, nêzî hefteyekê bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tedawiya vîrûsa koronayê didît û piştî ku jiyana xwe ji dest da li Goristana Hecaca ya navçeya Nisêbînê hat defînkirin.    KOÇÎ ÎZMÎRÊ KIRIBÛ   Demîrel, di sala 1947’an de li taxa Kanîka ya Nisêbînê ji dayik bûbû û bavê 7 zarokan bû. Di sala 1976’an de koçî semta Kadîfekaleyê ya navçeya Konakê ya Îzmîrê bûbû û dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hatibû binçavkirin û 40 rojan di bin îşkenceyê de hatibû lêpirsînkirin. Di sala 1999’an de careke din vegeriyabû Nisêbînê. Di sala 2015’an de ji ber ku mala wan di pêvçûnên qedexeya derketina derve de hatibû hilweşandin, ji neçarî derbasî navenda Mêrdînê bûbû.    NEXWEŞIYA WÎ YA PIŞIKÊ HEBÛ   Demîrel, tevahiya jiyana xwe din av xebatên siyasî de bû û heta ku bi KHK’ê hat girtin jî rêveber û hevserokatiya Komeleya Kesên ku Xizmên xwe Windakiribûn a Mezopotamyayê (MEYADER) dikir û nexweşiya wî pişikê hebû.