16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn 2020-06-22 15:14:14   MÊRDÎN – Di doza ku Hevşaredara Nisêbînê ya HDP’î ya girtî Sara Kaya dihat darizandin de dadgehê 16 sal cezayê girtîgehê li Kaya birî.    Daneşîna doza Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileya 2017’an de bi serdegirtina mala xwe ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin, hat dîtin. Daneşîn, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Kaya ku bi sûcdariyên mîna “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” û “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê bû. Parêzerên Kaya jî li daneşînê amade bûn.    PARASTIN HATIN KIRIN   Piştî tespîtkirina nasameyê daneşînê dest pê kir. Dozger mutalaaya xwe ya berê dubare kir û daxwaz kir ku cezayê muebbetê li Kaya bê birîn. Kaya, li dijî mutalaayê parastina xwe kir û sûcdariyên li red kir daxwaza beraata xwe kir. Piştre parêzerên Kaya jî parastina Kaya kirin û destnîşan kirin ku ji bo sûcdariyên ku li muwekîla wan tên kirin piştre delîl hatine çêkirin û daxwaz kirin ku derbarê Kaya de biryara beraatê bê dayîn.    CEZA LI KAYA BIRÎN   Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, biryar da ku wesfên sûcdariya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” çênebûne û bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê li Kaya birî. Dadgehê piştre cezayê Kaya zêde kir û derxist 13 sal û 6 mehan. Dadgehê, bi angaşta “peywira xwe baş bikar naniye” 6 meh û bi angaşta “Gel tehrîqê neyartî û kînê” kiriye jî 2 sal cezayê girtîgehê li Kaya birî.    Dadgehê, her wiha biryar da ku girtina Kaya bê berdewamkirin.