Operasyona li Çiyayê Cûdî didome 2020-06-22 15:02:36   ŞIRNEX – Li gundên herêma Çiyayê Cûdiyê operasyona eskerî didome.    Operasyona eskerî ya li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê hat destpêkirin didome. Çend roj berê li dijî wesayîta şîrketa kalekolê çêdike teqîn pêk hatibû û 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî teqînê li çolterên gundê Sorbitnê, Bêşêrê, Girê Çolya û Hesena ku operasyona eskerî hatibû destpêkirin didome. Hat zanîn ku hin karkerên kanên komirê ji ber operasyonê nikarin biçin kar.    Her wiha li gorî daxuyaniya rayedaran piştî teqînê kesên bi navê O.O. û S.O. yên hatin binçavkirin jî hatine girtin.