Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne 2020-06-22 14:44:07   WAN – Seroka Şaxa SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglû û Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Kasim Çelîk diyar kirin kul i Wan û Agiriyê pêketiyên koronayê zêde bûne û sedema vê yekê jî pêvajoya “asayîbûnê” dan nîşandan.    Li Wan û Agiriyê pêketiyên vîrûsa koronayê her roja ku diçe zêde dibin. Piştî pêvajoya “asayîbûnê” ya hikumetê da destpêkirin li Wanê hejmara pêketiyên koronayê 600 kesî derbas kir. Li Agiriyê jî hejmara pêketiyan gihîşt 400 kesî. Seroka Şaxa SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglû û Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Kasim Çelîk ji bo tevdîrên li dijî koronayê hişyarî didin xelkê.    RÊYA ARMÛŞÊ Û ERDÎŞ   Heta niha li Wanê 10 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye. Li 79 cihên cuda yên Wanê karantina tê sepandin. Ji 1’ê hezîranê vir ve herî zêde li navçeya Rêya Armûşê û Erdîşê pêketiyên koronayê zêde bûne.    ‘EV ENCAMA PÊVAJOYA ASAYÎBÛNÊ YE’    Hevseroka SES’a Wanê Fîgen Çolakoglû da zanîn kul i gund û taxên Wanê yên cuda 18 hezar welatî di karantînayê de tên ragirtin û got: “Vî resmê koronayê yê meha Hezîranê encama pêvajoya ‘asayîbûnê’ dide nîşandan. Tevdîran sistkirin û hejmara pêketiyên koronayê zêde bûn. Li Wanê hejmarek cidî bi koronayê ketiye. Hemû tevdîr piştî 1’ê hezîranê pûç derketin. Zêdebûna pêketiyan di berpirsiyara me hemû kesî û saziyan de ye. Di vî warî de em carek din bang li hemû xelkê xwe dikin ku bi baldarî nêzî tevdîran bibin û bi hesasiyet tevbigerin.”    LI AGIRIYÊ HEJMAR ZÊDE DIBE    Li Agiriyê jî tê gotin hejmara pêketiyên koronayê gihîştiye derdora 400 kesî û hin gund û taxên navçeyên Dutaxê û Panosê di karantînayê de ne. Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Kasim Çelîk anî ziman ku piştî lawazkirina tevdîrên li dijî koronayê hejmara pêketiyên li bajarê wan zêde bûne û li gorî agahiyê di destê wan de niha 118 kes li nexweşxaneya dewletê tên razandin. Çelîk got di nava van kesan de 20 zarok jî hene. Çelîk diyar kir ku di pêvajoya “asayîbûnê” de wê hejmara pêketiyan zêde bibe. Çelîk destnîşan kir ku li Agiriyê tevdîr gelek kêm in û heke di havînê de ev hejmar wisa be dê di demsala payîz û zivistanê de dibe zêde bibe û ew ê nikaribin pêşî li vê yekê bigirin. Çelîk hişyarî da xelkê Agiriyê û xwest her kes xwe biparêze.