Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir! 2020-06-22 11:47:35 ÊLIH – Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ragihand ku qeyûmê tayînî şûna wî hatiye kirin nivîsa kurmancî “pêşî peya” ya trafîkê jê biriye.    Li Êlihê qeyûm nivîsa kurdî ya li ser rêya Bûlwara Acetlerê ji aliyê Şaredariya Êlihê ya HDP’yî ve hatibû nivîsandin rakir. Hevşaredarê Êlihê Dr. Mehmet Demîr ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin di hesabê xwe twîtterê de ragihand ku qeyûm nivîsa kurdî “pêşî peya” ya ji bo trafîkê nivîsandibûn, ji aliyê qeyûm ve hatiye jê birin. Twîta hevşaredar Mehmet Demîr wiha ye: “Ji qeyûmê Êlihê dijminatiyek din a li ser kurdî. Nifûsek mezin ê Êlihê bi kurmancî diaxive. Me ji bo ewlehiya xelkê xwe bi kurmancî “pêşî peya” li ser rêyan nivîsandibû. Qeyûm nivîsa kurmancî jê bir û bi tirkî nivîsand. Qeyûm dijminê kurdan e.”