Meşa serokên baroyan hat astengkirin 2020-06-22 11:12:41 ENQERE – Polîsan di têketina Enqereyê de rêya serokên baroyan ên ku “Meşa Parastinê” li dar dixin birîn û bi hêceta “pergala cemaweriyê xera dike” destûrê nadin meşê.    Serokên baroyan ên ji çar aliyên Tirkiyê li dijî guhertina pergala baroyan û hilbijartina baroyan meşiyan Enqereyê. 58 serokên baroyan bi dirûşma “Meşa Parastinê” di 19’ê hezîranê dest bi meşê kirin. Meşa parêzer ango serokên baroyan di roja 4’emîn de gihîşt Enqereyê. Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan û rêveberên Baroyê ji saetên serê sibê ve li ser rêya Eskîşehîrê di têketina Enqereyê de li benda serokên baroyan sekinîn û ew pêşwazîkirin. Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzer Ozturk Turkdogan jî piştevaniya meşê kir. Bi dehan serokên baroyan û parêzer kom bûn û xwestin berê xwe bidin ber Meclîsê.      Parêzeran û serokên baroyan ku cubeyên xwe li kirine û dowîzên “Baro tune be edalet jî tune be”, “Destê xwe ji ser parastinê rake”, “Parastin dimeşe”, “Ji parastinê re azadî” û dest nede baroya min” hildan.    POLÎSAN MEŞÊ ASTENG KIR    Di têketina Enqereyê de polîsan bi hêceta “pergala cemaweriyê dê xera bibe” destûr nadin serokên baroyan ku biçin ber Meclîsê. Di navbera serokên baroyan û polîsan de gengeşe didome. Parêzeran bertek nîşanî polîsan da.   Heke destûra meşê were dayîn dê serokên baroyan ewil biçin serdana Anitkabîrê û piştî serdanê jî dê bimeşin ber Meclîsê.