Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin 2020-06-22 10:57:54   BÛRSA - Li navçeya Kestel, ji ber lejiya rabû 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî, di avê de winda bû.    Li Bûrsayê, duh di saetên şevê de ji ber taviya baranê lehî rabû. Bi taybetî li navçeya Kestel ji ber taviya baranê û barîna zîpikê, ava hin robaran zêde bûn. Li taxên Narlidere, Dûdakli û Kayacikê jî erden çandiniyê dibin avê de man. Ji ber lehiya rabû hin wesatiyên welatiyan qulipîn. Li Taxa Dudakliyê, lehiyê li maleke 4 qat da û malbata di qata yemîn debû dibin avê de ma. Di vê navberê de cotkarek ber avê ket û welatiyên taxê cotkar xilas kirin.  Kader Akbaba ya 22 sal ku hat hînbûn ku berasteng bû û di malê de mabû, jiyana xwe ji dest da. Li taxa Kayarcikê jî 5 kes ber lehiyê ketin û ji 5 kesên ber lehiyê ketin cenazeyê kesekê hat dîtin.   Li navçeya Yildirim a navenda Bûrsayê jî, 5 kesên li Taxa Degirmenonu dijiyan û duh dema li mala xwe ya li rezan a li Taxa Kayacik a Kestel bûn, ber avê ketin. Navê 4 kesên jiyana xwe ji dest dan Ahmet Medîne, Nazîme û Turkan Bîlen in. Kesê din ê ber lehiyê ket jî, hîna nehatiye dîtin.