Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû 2020-06-22 09:06:59 AMED – Li gorî lêkolîneke dawîn, dengê AKP’ê daketina binî ji sedî 30’yî û ji sedî 15.8 hilbijêrên wê berê xwe dane partiyên nû. Di lêkolînê de hatiye tespîtkirin ku ji sedî 7.5 hilbijêr in CHP’ê jî berê xwe dane HDP’ê. Li gorê kesên ku tevlî lêkolînê bûne, pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd û aborî ye.  Navenda Lêkolînên Qadê yên Polîtîk û Civaikî, ji bo pîvana nêrîn û tevgera siyasî ya hilbijêran, di navbera 8-14’ê hezîranê de, bi rêya telefon û onlîneyê bi hezar û 248 kesî re rapirsînek kir. li gorî rapirsîna bajarên mîna Stenbol, Îzmîr, Edene, Enqere, Amed, Wan, Êlih, Antalya, Çewlik, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Konya, Mêrdîn, Mersîn, Samsûn, Şirnex û Dersimê dihewîne nav xwe, hemû partiyên ku li meclisê koma wan heye, degnê xwe winda dikin.    HEMÛ PARTIYAN DEGN WINDA KIRIYE   Beşdarên rapirsînê, destpêkê pirsa “Vê yekşemê hilbijartin bûna weyê dengê xwe bida kîjan partiyê?” bersivandine. Ji sedî 30.9’ê beşdaran gotiye AKP, ji sedî 21.2’ê beşdaran gotiye CHP, ji sedî 10.4’ê beşdaran gotiye HDP, ji sedî 7.9’ê beşdaran gotiye MHP, ji sedî 7.2’ê beşdaran gotiye IYÎ Partî, ji sedî 5.3’ê beşdaran gotiye DEVA Partî, ji sedî 3.7’ê beşdaran gotiye Gelecek Partî, ji sedî 1.4’ê beşdaran gotiye Saadet Partî. Dîsa ji sedî 1.9’ê beşdaran jî gotiye wê deng bi kar neynin û ji sedî 10,1’ê beşdaran jî gotiye bê biryar in.    Li gorî rapirsînê, di seriya ji sedî 11’an de dengê AKP’ê ku di Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîranê ya sala 2018’an de ji sedî 42.56 girtibû, kêm dibe. Di rapirsînê de dengê CHP û HDP’ê jî kêm bûne, lê partiya ku piştî AKP’ê herî zêde dengê wê kêm bûne MHP ye.   JI HER PARTIYÊ DENG DERBASÎ HEV DIBIN   Di beşa derbasbûna dengan a partiyan de daneyên balkêş derketine holê. Beşek hilbijêran, diyar kiriye ku wê di hilbijartinê de dengê xwe nedin partiya ku di 24’ê hezîranê de dengê xwe danê. Li gorî rapirsînê, hilbijêrên CHP’ê tenê berê xwe dane HDP’ê û hilbijêrên AKP’ê jî berê xwe dane DEVA û Partiya Pêşerojê.   Di rapirsînê de rûberîhevkirina guhertina dengê hilbijêran a li gorî 24’ê hezîranê hatiye kirin. Li gorî vê yekê ji sedî 83.3’yê AKP’iyan gotine ku wê dîsa dengê xwe bidin partiya xwe; ji sedî 9.5’ê hilbêrên AKP’ê gotine ku wê dengê xwe bidin DEVA’yê û ji sedî 6.3’yê hilbijêrên AKP’ê jî gotine ku wê dengê xwe bidin Partiya Pêşerojê. Dîsa ji sedî 84.2’yê hilbêrên CHP’ê gotine ku wê dîsa dengê xwe bidin CHP’ê. Ji sedî 7,3’yê hilbijêrên CHP’ê jî gotine ku wê dengê xwe bidin HDP’ê û ji sedî 4.8’ê hilbijêrên CHP’ê gotine ku hê bêbiryar in.    WÊ JI SEDÎ 12.5’Ê MHP’IYAN DENGÊ XWE BI KAR NEYNIN   Ji sedî 78,8’ê hilbijêrên HDP’ê gotine ku wê dîsa dengê xwe bidin HDP’ê û ji sedî 9.1 hilbijêrên wê jî gotine bê biryar in, ji sedî 4.5 hilbijêrên wê jî gotine wê dengê xwe bidin DEVA’yê û ji sedî 4.5’ê hilbijêrên wî jî gotine ku wê dengê xwe bidin AKP’ê. Ji sedî 48.1 hilbijêrên IYÎ Partiyê gotine ku bê biryar in û ji sedî 44.4 hilbijêrên wê jî gotine ku wê dengê xwe bidin IYÎ Partiyê û ji sedî 5.6 hilbijêrên wê jî gotine ku wê dengê xwe bidin Partiya Pêşerojê. Ji sedî 87.5’ê hilbijêrên MHP’ê gotine ku wê dîsa dengê xwe bidin MHP’ê, ji sedî 12.5’ê hilbijêrên wê gotine ku wê dengê xwe bi kar neynin. Ji sedî 36,2 hilbijêrên ku gotine wê dengê xwe bi kar neynin dengê xwe bidin IYÎ Partîyê, ji sedî 36.2 hilbijêran jî gotine ku bê biryar in û ji sedî 12,1’ê hilbijêran jî gotine ku wê dengê xwe bidin CHP’ê.    PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN: PIRSGIRÊKA KURD Û ABORÎ   Ji beşdarên rapirsînê pirsa “Li gorî we pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyhê çî ye?” jî hatiye kirin. Ji sedî 35.7’ê beşdaran gotiye aborî-bêkarî, ji sedî 20’ê beşdaran jî gotiye Pirsgirêka Kurd, ji sedî 14,7’ê beşdaran gotiye Pergala Serokkomariyê, ji sedî 10.6’ê beşdaran gotiye nebûna demokrasiyê, ji sedî 6.6’ê beşdaran gotiye pergala hiqûqê ya heyî, ji sedî 6.3’yê beşdaran gotiye Cemaeta Gulen-FETO, ji sedî 3.8’ê beşdaran gotiye hikûmet, ji sedî 1.6’ê beşdaran gotiye pevçûn û tundî û ji sedî 0.7’ê beşdaran jî gotiye nemuxalefetkirin.    BAWERIYA JI AKP’Ê DAKETIYE JI SEDÎ 27.1’Ê   Di rapirsînê de pirsa “Kîjan partî nêzî çareserkirina pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê ye?” jî hatiye kirin. Ji sedî 27.1’ê beşdaran  gotiye AKP, ji sedî 21.2’yê beşdaran  gotiye CHP, ji sedî 10.3’yê beşdaran  gotiye HDP, ji sedî 7.9’ê beşdaran  gotiye MHP, ji sedî 7.2’yê beşdaran  gotiye IYÎ Partî. Dîsa ji sedî 15.1’ê beşdaran jî gotiye “ne tu partî”.   GIRSEYA AKP’Ê PIŞTGIRIYA QEYÛMAN NAKE   Beşdaran pirsa “Hûn polîtîkayên qeyûmên ku tayînî şaredariyan hatine kirin çawa dibînin?” jî bersivandiye. Ji sedî 57.9’ê beşdaran gotine ku piştgiriya qeyûman nakin, ji sedî 26,1’ê beşdaran gotiye piştgiriya qeyûman dikin û ji sedî 16’ê beşdaran jî gotiye bê biryar in. Ji sedî 495’ê hilbijêrên AKP’ê jî gotine ku piştgiriya polîtîkayên qeyûman nakin.