Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin 2020-06-22 09:05:39 STENBOL - Parêzer Dîdem Baydar Unsal, diyar kir ku Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal bi armanca "Darizandina adîl" ketine rojiya mirinê û rewşa wan her ku diçe giran dibe. Dîdem Baydar anî ziman ku parêzeran peyama "Divê em bi hevre têkoşîna edaletê mezin bikin û pêş bixin" dane.  Endamên Buroya Hiqûqa Gel (HHB) Parêzer Ebru Timtik û Prz. Aytaç Unsal, ji bo mafê darizandina adîl biparêzin li girtîgehên lê hatine girtin dest bi rojiya mirinê kirine. Parêzer bi israr ji bo daxwazên wan bê qebûlkirin çalakiyên xwe berdeam dikin. Çalakiya Parêzer Timtik 172 roj û çalakiya Parêzer Unsal jî 141 rojin didome. Parêzer Didem Baydar Unsal ku 20 roj berê bi muwekilê xwe re hevdîtin kir, diyar kir ku rewşa tenduristiya wan her ku diçe xerab dibe. Dîdem Baydar Unsal, anî ziman ku êdî di axaftinê de zor û zahmetiyê dijîn û wiha got: "Aytaş Unsal rewşa wî giran e. Devê wî birîn bûye. Ji ber ku demek dirêj e xwarinê naxwe di bedena wî de guhertinek mezin çêbûye. Di nava 4 mehan de ji 79 kîloyan daketiye 61 kîloyî. Hevjînê min wersîş dikir. Bedena wî pir baş û xurt bû. Lê ger ku wisa bidome dibe ku nexweşiyên kronîk ji derbas bike. Dibe ku her kêlî dilê wî têr neke. Ger ku bedena wî xwe komî ser hev neke, her dim bi rîskên mezin re rû bi rû ye."    TÎMTÎK KETIYE 43 KÎLOYAN   Unsal bal kişand ser rewşa parezer Ebrû Timtîk jî û wiha got: "Bi rûpoşê hat hevdîtinê. Dema rûpoş derxist xuya bû ku pir kîlo daye. Pir hêdî di axivî û tevgerên wê pir giran bû. Birînên wê zor li wê dikir. Herî dawî daketibû 43 kîloyan. Di çalakiya rojiya mirinê de ji xeynî ava şêrîn, ava şor tiştekî din venaxwin. Ji ber ku xwêya resen nadin wan di devê wan de birîn çêbûye. Refakatvanên wan bi pereyan xwêya keviran xwestin."     PEYAMA TÊKOŞÎNA HEVPAR DAN   Unsal, anî ziman ku muwekilê wê xwestine bi hevre ji bo edaletê têbikoşin û gotine "Divê tu carî vê bê hiqûqî û bê edaletiyê qebûl nekin û li dijî vê yekê bêdeng nemînn. Divê em bi hevre têkoşîna edaletê mezin bikin. Hêj gelek tiştên em bikin hene. Divê em ranewestin."