ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ 2020-06-22 09:00:11 * Serdar Zimba, diyar kir ku qereçiyên bi sed salan jiyana dêmanî red kirine, êdî bi lihevkirina çanda cihên ku lê dimînin re hewl didin jiyana xwe bidomînin û ev tişt got: “Divê em bêyî ku li netew, ziman û ola hev binêrin hevdu hembiz bikin.” * Parêzer Dîdem Baydar Unsal, diyar kir ku Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal bi armanca "Darizandina adîl" ketine rojiya mirinê û rewşa wan her ku diçe giran dibe. Dîdem Baydar anî ziman ku parêzeran peyama "Divê em bi hevre têkoşîna edaletê mezin bikin û pêş bixin" dane.    * Serokên jin ên baroyên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin, diyar kirin ku guhertina ku tê xwestin di pergala hilbijartinê ya baroyan de bê kirin, li dijî maf û azadiya her mirov, demokrasi, serweriya hiqûqê ye.    * Li gorî lêkolîneke dawîn, dengê AKP’ê daketina binî ji sedî 30’yî û ji sedî 15.8 hilbijêrên wê berê xwe dane partiyên nû. Di lêkolînê de hatiye tespîtkirin ku ji sedî 7.5 hilbijêr in CHP’ê jî berê xwe dane HDP’ê. Li gorê kesên ku tevlî lêkolînê bûne, pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd û aborî ye.    * Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan, diyar kir ku divê pêşniyarqanûna derbarê guhertina rêxistinbûna baroyan de bê vekişandin û ev tişt got: “Em welatiyan diparêzin. Em hêmana damezrîner a darazê ne.”   * Baroya Enqereye dê serokên baroyên ku bi dirûşmeya "Parastin dimeşe" di ketina Enqereyê de pêşwazî bike. (10.00)   * Wekilê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, dê têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Înîsiyatifa Agahiya te heye? dê têkildarî doza rojnamegerên 4 mehin girtî ne, dê li Baroya Stenbolê agahdariyê bikin. (12.00)   * Jinên ciwan ên Xwendekarên Zanîngehe yên li Îzmirê dê têkildarî Gulistan Doku li pêş Navendoa Çanda Turkan Saylan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.00)