Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin 2020-06-22 08:37:02   EDENE - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Hîlvanê diyar kirin ku ji ber ava kaniyan naherike, nikarin paqijiyê bikin û nikarin xwe ji şewbê biparêzin.    Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Hîlvana Rihayê Omer Ozmen, bi rêya telefonê bal kişand ser şert û mercên girtîgehê. Girtî Omer Ozmen, anî ziman ku gefên vîrûsa corona (Covid-19) li dijî girtiyan didome û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê tedbîrên pêwist nagigire. Dîsa ji ber av ji ser me tê qutkirin em nikarin paqijiya xwe bikin. Avê nadin me. Ji ber Vîrûsa Corona divê şertên em di navde paqij bin. Lê ji ber ku av tune em nikarin paqijiyê bikin. Ji bo em karibin xwe ji vê şewba vîrûsê biparêzin, divê berî her tiştî em karibin paqijiya xwe bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin avê ji ser me qut nekin."      Dayika Omer Ozmen Zeynep Ozmen, jî bang li rayedar û parazvanên mafên mirovan kir û xwest di vê germa havînê û şertên şewba vîrûsê de avê ji ser girtiyan qut nekin.