Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin 2020-06-22 08:02:40 ÊLIH – Hevşaredara Bajaroka Awiskê Hatîce Taş di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Tevî Taş heta niha 7 kes hatine binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de hatiye destpêkirin, li navenda Êlihê cendirme û tîmên taybet bi ser mala Hevseroka Şaredariya Bajaroka Awîskê ya girêdayî Qûbînê Hatîce Taş a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin de girtin. Tîmên taybet deriyê malê şikandin û ketin malê. Cendirmeyan li malê lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerînê cendirmeyan Hevşaredar Taş binçav kir.    Li gel Taş endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim, xebatkarên şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekrem Evrûz, Bayram Ozalp û kesek navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Fermendariya Cendirmeyan a Êlihê.    BI SER MALA KARABÛLÛT DE JÎ GIRTIN    Di çarçoveya operasyonê de cendirmeyan bi ser mala Hevşaredarê Awîskê Osman Karabûlût de jî girt. Lê ji ber ku Karabûlût ne li malê bû nehat binçavkirin.    Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de derbarê 25 kesan de biryara girtinê hatiye derxistin.    TUNDÎ LI FERDÊ MALBATÊ HATIYE KIRIN    Hevjînê Taş, Fersende Taş ragihand ku cendirme û tîmên taybet bê ser û ber bi ser mala wan de girtine û deriyê wan şikandine û mala wan serûbin kirine. Taş anî ziman ku tîmên taybet îşkence li wî û zarokên wî li erdê dirêj kirine û qûndaxê çekan xistiye serê wan. Taş da zanîn ku cendirmeyan îşkence li wan kiriye û zarokên wî gelek tirsiyane. Taş got cendirmeyan telefona wî desteser kiriye û wêne û dîmenên kişandiye jê birine.    Tê gotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.