23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan 2020-06-21 20:45:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê 23 kesên din jî ber Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan û hezar û 192 kesên din jî pê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li sert hesabê xwe yê medya civakî daneyên 24 saetên dawîn ên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) parve kir. Li gorî daneyên ku Wezîr Koca parve kiriye, di 24 saetan de 23 kesên din jî ber Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dane û hezar û 192 kesên din jî pê ketine. Bi van daneyan bi giştî hejmara kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji des dane derket 4 hezar 950 kesî û kesên ku pê ketine jî derketiye 187 hezar û 685 kesî.