ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-21 09:00:07   * 50 karkerên li Cadde 54 AVM'yê dişixulîn bi hinceta "amûr nemane" şandin malê. Piştî vê ji van karkerkeran hin jê dest bi çalakiyekê kirin. Ji van karkeran yek jê Abdûrrahman Hezer e. Hezer, ji bo heqê xwe bistîne 139 roj in têdikoşe û 6 meh in nikare heqê kirêya xwe û fatûreyên xwe bide.    * Rêxistinên jinan ku piştgirî dan kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" ya Meclîsa Jina ya HDP'ê, ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinên partiyên din ên li Meclîsê kirin.    * Esnafên pasajan ên Bazîdê, ji ber zêdebûna bacên deriyên sînoran û kotaya hatiye danîn êdî nikarin kar bikin. Li pasaja ku 250 esnaf lê hene tenê 10 esnaf tenê dikanên xwe cedikin.    * Mêşvanên Dersimê diyar kirin ku îsal ji ber ku li bajêr pir baran nebariyaye dibe ku li gor berê îsal hungivê wan kêmtir be.    * Muşeher Ulker a 54 salî ku ji ber xebatên komelgeriyê hat girtin bi nexweşînên giran re dijî. Keça Ulker, Çîmen Ulker got ew ji ber rewşa dayika xwe bi fikar e û bang kir ku demildest were berdan.   * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê piştî civîna Rêveberiya Navendî, têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya "Têkoyîna Jinan li her derê ye" li îskeleya Haydarpaşa ya daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)