Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927 2020-06-20 20:50:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê hezar û 248 kesên din jî bi şewbê ketine û 22 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 22 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 248 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 186 hezar û 493 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 92.