Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir 2020-06-20 16:57:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajaroka Şeladizê, li dijî êrîşên TSK'ê yên li herêmê bi dirûşmeya “Bijî berxwedan bimre Erdogan” meşiyan. Piştî meşê Hêzên PDK’ê êrîşî meşvanan kir.    Piştî ku balafirên TSK'ê yên F-16 duh li Şeladizê 5 welatî tuştin, gelê bajarokê îro herikî kolanan. Girseyek qelebalix li nava bazara Şeladizê kom bû û dijî dagirkeriyê hêrsa xwe dîtine ziman. Xwêşandan bê navber diruşmeyên wekî, “nexêr bo hatina axayan, bo bêdengkirinê”, “Bijî berxwedan bimre Erdogan” berz dikin û hêrsa xwe nîşan didin. Xwepêşandêran xwest bimeşin baregeha Tirkiyeyê û hêrsa xwe nîşan bidin. Dema girsê dest bi meşê kirin, hêzên Asayîşa PDK’ê ku li derdorê kom bûne, destur nadin meşê û êrîşî girsê kir. Piştî demekê hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandêran kir. Girseya ku rastî êrîşê hat jî, bi keviran bersiv dan hêza PDK'ê.