ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin 2020-06-20 15:59:59 ENQERE- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî maf û rewşa penaberan daxuyanî da û xwest Tirkiye û dewletên navneteweyî erka xwe pêk bînin û çareseriyek mayinde pêş bixin. ÎHD'ê anî ziman ku heta 2019'an 79.5 milyon mirov ji cihê xwe koç kirin.  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi minasebeta 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyanî da. ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li gorî rapora Mêldoarên Kurevî ya Komîseriya Bilind a 2019'an ya Neteweyên Yekbûyî (NY) heta sala 2019'an 79,5 milyon mirov ji cihê xwe koç kirin. ÎHD'ê anî ziman ku yek ji welatê herî zêde bûye warê penaberan Tirkiye ye û wiha got: "Nêzî 4 mîlyon  welatiyên Sûriye koçî Tirkiye kirine. Dîsa ji Afganistan, Iraq Îran, Somalî û gelek welatên din nêzî 330.000 penaber koçî Tirkiyeyê kirine. Kesên ji Sûriye hatine li gorî statuya penaberan bê statu ne. Bê ewlehi û bê parastin in. Kesên ji Ewropa hatine jî, li gorî Parastina Navneteweyî" tên parastin. lê ew jî, ji bo demborî tên parastin. Ev tê wateya ku her dem dikarin dîsa penaberan bişînin welatê wan û penaber bi talûkeyek din re rû bi rû ne."    ÎHD'ê anî ziman ku çi dibe bila bibe hemû kesên ku bi zorê ji cihê xwe koç dikin divê rûmeta wan û mafê wan ê mirovan bê parastin. ÎHD'ê xwest kesên bi zorê koç kirine, mafê wan ê tenduristî, ewlehî, jiyanî, civakî û hemû mafên din bên parastin. ÎHD'ê ji Tirkiye û welatên navneteweyî xwest ku ji bo pirsgirêkên penaberan çareseriyên esasî bên avakirin û pêşxistin.