Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye 2020-06-20 11:48:26   ÎZMÎR - Serokê Komeleya Pira Gelan Ustun Reînart, diyar kir ku ji bo li Tirkiye cudakarî bi dawî bibe divê demokrasî pêş bikeve.      Serokê Komeleya Pira Gelan Ustun Reinart, ku bi armanca piştevanî û têkiliya nava gelan pêş bixin û dostaniyê xurt bikin komele ava kirin, têkildarî rewşa koçberên Îzmirê û cudakariya nava gelan nirxandin kir. Reinart, anî ziman ku rewşa penaberan herî dawî piştî ku Tirkiye ew li ser sînor dan rawestandin ket rojevê û wiha got: "Di pêvajoya ku her kes di malê de hepis kirin penaber berdan kolanan. Tî, birçî û di nava şertû mercên qirêj de li kolanan hiştin. Di pêvajoya şewbê de me hewl da destê alîkariyê dirêjî penaberan bikin. Lê vê yekê têrê nekirê. Piştî deekê êrî dewşa penaberên li kolanan nayê dîtin. An jî balê nakişîne. Sedema vê yekê jî fikarên cemaweriyê yên ji ber reşa vîrûsê ye. "    Reinart, anî ziman ku penaberên li vir bi cih bûne jî di nava şertên giran de dijîn û wiha got: "Penaber bi heqekî pir erzan û bê qeyd kar dikin. Zarokên wan ên berê li welatê xwe perwerde dibûn, piştî penaberiyê êdî perwerde nabin. Ji ber ku li mala zarokên penaber kompîtûr û înternet tune ye. Ji ber rewşa xwe pir bi fikar in."    Reinart, anî ziman ku penaber nikarin ji mafê xwe yê perwerde, tenduristiyê sûdê bigirin û wiha got: "Mala ku lê dijîn jî ne paqij in. Hem hêjmara kesên di malê de dimînin zêde ye û hem jî di nava qadek bi tenduristî de najîn. Niha xwe ji civakê dûr digirin. Lê pirsgirêkên wan dê di demên pêş de bêtir derkevin holê. Rêveberiyên herêmî jî li dijî şewbê zêde eleqe nîşanî penaberan nade. Xwezî şaredariyan li gorî hiqûqa welatibûnê nêzîk bûbûya.    TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ LAZIM E    Reinart, herî dawî anî ziman ku li Tirkiyeyê hiqûq û feraseta wekhevî û hemwelatîbûnê zêde pêş neketiye û wiha got: "Îro jiyana reşikan a li DYA girîng e. Tevgera li DYA pêş ket, piştî polîsê spî mirovê reşik fetisandû şûnde pêş ket. Li Tirkiyeyê jî cudakarî bi heman rengî ye. Cudakarî bi pêşketina demokrasiyê ji holê radibe. Çiqas demokrasî pêş bikeve, ew qas jî cudakarî bi dawî dibe."