Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin 2020-06-20 10:50:16   ENQERE - Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê, bi boneya 20'ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Em şertên ji bo penaberan rewa tên dîtin û ne li gorî rûmeta mirovane, qebûl nakin."   Komîsyona Penaber û Koçberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 20'ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi îmzeya Hevberdevka Komîsyonê Gulsum Agaoglû hat weşandin de wiha hat gotin: "Di sala 2020'an de li tevahiya cîhanê bi milyonan penaber dûrî mala xwe di pêvajoya şewbê de bi tenê hatine hiştin û di nava pirsgirêkên mezin de dijîn.   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li cîhanê nijadperestî, neteweperestî, sûcên nefretê zêde bûne, êrişên şexsî zêde bûne û ji bo vê jî polîtîkaya li DYE'yê ya li dijî reşikan weke mînak hate nîşandan.   'NEÇARESERÎ DIBE SEDEMA MEZINBÛNA NIJADPERESTIYÊ'   Di daxuyaniyê de pirsgirêkên penaberan ên stargeh, ewlekarî, tenduristî, xwedîkirin, kar, perwerde û dervehiştina li nava civakê yên penaberên ên li Tirkiyeyê hat nirxandin û wiha hat gotin: "Neafirandina çareseriyên mayinde û têrker ji bo penaberan dibe sedem ku cihêkarî û nijadperestî zêde bibe. Penaberên Sûriyeyî li gelek deveran dibin hedefa êrişên nijadperestiyê ku di encamê de jiyana xwe ji dest didin."