RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê 2020-06-20 10:35:49   ENQERE - HDP'ê têkildarî bernameya "Tarafsiz Bolge" ya Ahmet Hakan ku têkildarî şaredariyên HDP'ê nirxandin kiribû, 80 roj berê serî li RTUK'ê dabû. RTUK'ê 2 meh û 20 roj şûnde bersîv da û got: "Hêj tê lêkolînkirin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî daxuyaniyên Ahmet Hakan ê di 1'ê Nîsana 2020'an de di bernameya "Tarafsız bölge" ya CNN Turkê de, serî li RTUK'ê dabû. Lê RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP'ê û got: "Lêkolîn didome."  Ahmet Hakan, di bernameyê de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiribû mêvanê xwe. Hakan pirsa "Şaredariyek HDP'î dikare kampanyayek ji bo terorîstan tê kirin têxe heman mêzînê? pirsibû û şaredariyên HDP’ê kiribû hedef.  HDP'ê li ser vê yekê serî li RTUK'ê û Serdozgeriya Komarê dabû û gilî kiribû.