TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike 2020-06-20 10:09:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) sewqiyata eskerî ya li dervê sînor zêde dike. Li gor agahiyên hatine wergirtin, TSK bi 4 helîkopterên şer eskeran li sînorê Biradost datîne.   Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) sewqîyata eskeran a ser sînor û dervê sînor berdewam dike. Duh Jetên TSK'ê herêma Şeladizê bombe kiribûn û 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li gor agahiyên ji herêmê hatine wergirtin TSK'ê bi 4 helîkopterên şer leşkeran li çiyayê Ketîn, Ben, Dêl ên li devera Biradost datîne. Li aliyê din her roj bi dehan caran balafirên şer ji Amed, Meletî û gelek cihên din radibin û diçin herêmê bombe dikin.