HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê 2020-06-20 09:16:21   ENQERE – Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Alî Şahîn diyar kir ku ew ê li dijî biryara waliyan ku meşa wan demokrasiyê qedexe kir dê gilî bikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” dabû destpêkirin. Seranserî meşê ango waliyê bajarên li ser rêya meşê biryara qedexekirina çalakiyê girtibûn. Ji ber vê biryara waliyan jî li gelek bajaran meşvanên HDP’yî hatin astengkirin. Li gelek deveran polîsan mudaxileyî parlamenter û welatiyan kir û tundiya xwe nîşan da. Polîsan li navçeya Bismila Amedê bi gaza îsotê mudaxileyî parlamenterên HDP’ê kiribû.    Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Alî Şahîn diyar kir kul i 16 bajaran waliyan li ser fermana îqtîdarê bi awayek kêfî biryarên qedexeyê pêk anîn û tu bingehek hiqûqî ya van astengî û qedexeyan nîne. Şahîn anî ziman ku dewletê bi xwe qanûnên xwe nas nekir û ev dewlet tenê ji hin aliyan re xizmetê dike. Şahîn diyar kir ku astengî, qedexeyên li pêş wekîlên wan û mudaxileyî fizîkî ya li dijî parlamenteran û welatiyan nayê qebûlkirin. Şahîn got ew ê li dijî van astengî, qedexe û mudaxileyan dê gilî bikin û serî li dadgehê bidin.    MA / Bêrîvan Altan