Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike 2020-06-20 09:09:00 AMED - Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya ji bo êrîşên Tirkiyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê diyar kir ku êrîş li dijî yekîtiya neteweyî ne û got: “Bang li hikûmeta Başûr dikim ku li dijî van êrîşan bêdeng nemîne.” Tirkiyeyê di 14’ê Hezîranê de bi balafirên şer êrîş biribûn ser Şengal, Mexmur û Qendîlê. Di êrîşan de li Şengalê sivîl birîndar bûbûn. Hê jî êrîşên Tirkiyeyê didomin û heya niha ji ber van êrîşan li Başûr jî 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) û Hevşaredarê Erxeniyê yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin Ahmet Kaya der barên êrîşên Tirkiyeyê de axivî.   ‘HIKÛMETA TIRKIYETÊ TENGAV BÛYE’    Kaya, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê bi van êrîşan dixwaze xwe li ser piya bihêle. Kaya, anî ziman ku hikûmet pir tengav bûye û got, ji ber ku dixwaze kesên nijadperest jî li derdora xwe kom bike êrîşên bi vî rengî dike. Kaya got: "Hikûmeta Tirkiyeyê çi qas ketibe zor û zehmetiyê êrîşên wiha kirine.”    Kaya, destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi van erîşan dixwaze di pêvajoya avakirina yekîtiya neteweyî de destê kurdan qels bike û got: “Çi qas kurd nêzî hev dibin, tifaqa neteweyî di rojevê de be êrîş jî ew qas zêde dibin. Heta niha kurd perçe bûn, axaftinên wan bi hev re kêm bûn. Di vê pêvajoyê de li ku derê çi êrîş were kirin li dijî yekîtiya neteweyî ye.”   ‘ÊRÎŞ WÊ BIBIN HEVGIRTINA GELÊ KURD’   Kaya, anî ziman ku gelê kurd ji bo tifaqa yekîtiya netewî gavekê li pêş partî û saziyên kurda ye û got: “Gelê kurd zêdetir tifaqê dixwaze, divê zêdetir li dor hêzên xwe bicivin û ji bo têkiliyên xwe xurttir bikin zextê li wan bikin. Weke Seydayê Cegerxwîn gotî ‘heke hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.’ Em baş bizanibin ku serfirazî, azadî û xelasiya me di tifaqa neteweyî de ye. Heke em yekitiya xwe pêk neynin wê destkeftiyên me yek bi yek ji me bistînin. Şûna ku em hev du sûcdar bikin divê em zêdetir li ser êk û du çawa bi hêz bikin bisekinin. Ev êrîş wê bibin wesileya hevgirtina gelê kurd.”   ‘DOZA GELÊ KURD A SERFIRAZ WÊ LI SER PIYA BE’   Kaya, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemîne û got: “Heke hinek xîret û şerma me hebe gereke ji van êrîşan em fedîkar bin. Ji ber ku ev êrîş li erdnîgariya me tên kirin. Pir şerm û eybe ku dewleteke êrîşkar li erdnîgariya me bombeyan bibarîne û mirov jê re bibe alîkar. Gel vê yekê qebûl nake. Heke alîkariya hikûmeta Başûr hebe divê hinek zû dev ji vî karî berdin. Em di pêvajoyeke pir zehmet de derbas dibin lê divê em bi hêvî û hêz bin. Gelek hikûmetên wiha hatin û çûn. Lê doza gelê kurd a serfiraz li ser piya ma û dê ji niha û şunde jî li ser piya be”   MA / Fahrettîn Kiliç / Ergîn Çaglar