Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne 2020-06-20 09:07:31 EDENE – Li Ceyhanê firoşkarên ku li qeraxa rê dezgên xwe vedidan û zebze-fêkî difirotin, zabiteyan dezgên wan rakirin. Firoşkaran anîn ziman ku êdî nikarin nanekî jî bibin mala xwe û xwestin meseleya wan bê helkirin.  Li Ceyhan a Edeneyê firoşkarên li qeraxa rêya E-5'ê fêkî û zebzeba difirotin, zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi hinceta rê digirin û ji bo çûnhatinê dibin cihê xetereyaan dezgên wan rakirin.    Firoşkaran anî ziman ku bi salan e li qeraxa rê zebze û fêkiyan difiroşin û gotin, heya niha ji bo çûnhatinê nebûne sebeba tu xetereyê jî. Firoşkaran, diyar kir ku piştî dezgên wan hatine rakirin nikarin nanekî jî bibin mala xxwe û xwestin meseleya wan bê helkirin.    Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniy ya Eşîra Kalbûrcûyan Alî Kaya jî destnîşan kir ku nanê bi sedan kesî ji dest wan hatiye derxistin û got: "Cihê min heye, bi qasî 30 metrî li vî aliyî rê ye. Bi tu awayî em ji bo çûnhatinê nabin xetere. Jixwe karê me karekî demsalî ye. Bila dewlet çareyekê bibîne, em nikarin nanekî jî bibin mala xwe."