Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir 2020-06-20 09:06:58 ÊLIH - Li Êlihê her roj zêdetirî 130 kes bi şewbê dikevin. Serokê Odeya Bijîşkan Selahattîn Ogûz, anî ziman ku piştî pêvajoya asayîbûnê dest pê kiriye hejmara pêketiyan hezar û 700 derbas kiriye.  Piştî pêvajoya asayîbûnê dest pê kir, li Êlihê her diçe hejmara kesên bi şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) dikevin zêde dibe. Ji 1'ê Hezîranê ve li bajêr hejmara pêketiyan zêde dibe û niha rojê zêdetirî 130 kes bi şewbê dikevin.    Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Selahattîn Ogûz, anî ziman ku piştî pêvajoya asayîbûnê li bajêr hejmara pêketiyan zêde bûye. Ogûz, destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoya pandemiyê heya niha rêgeza şefaftiyê esas nehatiye girtin û ji bo tenduristiya civakê xwest rojek berî rojekê rêgeza şefaftiyê esas bê girtin.    ‘DIVÊ TEVDÎR BÊN ZÊDEKIRIN'    Ogûz, anî ziman ku li gor agahiyên bi dest wan ketine li bajêr hejmara pêketiyan bi ser hezar û 700 ketiye û got: "Desteyên pandemiyê yên bajêr demildest divê beşdarbûyîneke demokratîk pêk bînin. Wê bi daneyên zelal re baweriya civakê jî xurt bibe. Wê ev yek ji bo mirovên zanyar jî abş be ku karibin tev li pêvajoay apndemiyê bibin. Em timd ibêjin divê tevdîr zêde bên girtin. Bikaranîna maskeyan û girtina tevdîran tiştekî baş e. Lê a girîng jî divê îqtidara siyasî berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Û îdarevanên bajêr jî divê li gor rewşa sosoyo-çandî ya bajêr tevdîran bigirin."    Ogûz, anî ziman ku pêvajo ji destpêkê heya niha rast nehatiye birêvebirin û got: "Feraseteke ku serketina weke a xwe dibîne û tiştên neyînî jî dixe stuyê civakê, heye. Kesên pêvajoyê bi rê ve dibin divê bêyî şik û gumanên aborî û polîtîk tev bigerin."    MA / Metîn Yoksû