Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne 2020-06-20 09:05:42 WAN - Li Wanê ku ji ber krîza aborî her roj betalî zêdetir dibe, welatiyên betal xwestin di warê hilberîna çandiniyî de piştgirî bê kirin û gotin: "Çima em pîvaz, şebeş û patatên xwe naçînin?"  Li Tirkiyeyê bi şewba coronayê re betalî zêdetir bûye. Li gor daneyên TUÎK'ê yên Adara 2020'an bi awayekî fermî hejmara kesên betal 3 milyon û 971. Lê belê li gor lêkolînên sazî û dezgehên serbixwe hejmar zêdetirî 13 milyona ye.    Waniyên ji ber krîza aborî betal mane destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber betaliyê bê girtin, pêdivî bi piştgiriya ji bo hilberîna çandiniyî heye.    Gokhan Akman, destnîşan kir ku heger hilberîn bê teşwîqkirin wê betalî kêm bibe û got: "Li Tirkiyeyê her diçe betalî zêdetir dibe. Bi milyonan mirov hene serî li ÎŞKÛR'ê nedane. Ev rêje ji sedî 20-22'yan zêdetir e. Gelek kes ji bo karekî bikin serî li KOSGEB'ê didin, lê KOSGEB alîkariya wan nake."    Akman, bal kişand ser berên tên îthalkirin jî û got: "Dibêjin li Wanê 'qehwexane baş dişixulin.' Sedema wê betalî ye. Heger piştgirî bê kirin wê kesên betal heû daxilî nav hilberînê bibin. Çavkaniya sereke ya herêmê sewalvanî ye. Heger ev çavkanî rast bên bikaranîn, betalî neqede jî wê kêm bibe. Mehek şûnde wê dest pê bikin ji Îranê pîvaz, patat, sîran îthal bikin. Çima em naçînin? Çima em diçin ji welatekî din îthal dikin? Heger piştgirî bê kirin û mirov daxilî nav hilberînê bên kirin, wê tiştek ji derve neyê îthalkirin."    Orhan Aydogmûş ku zanîngeh kuta kiriye bal kişand ser rewşa welêt û got, her diçe hêviya wî ya ji bo kar diqede. Aydogmûş, diyar kir ku bi salan e havînê diçe bajarine din di sektora turîzmê de dişixule, lê belê îsal turîzmê jî bandor ji şewbê girtiye.    AYdogmûş, got: "Betalî bandorê li derûniya mirov dike. Ev yek dike ku hêviya me nemîne. Tu radibî hewl didî pergalekê ava bikî, lê pergala te serobino dibe. Ev yek mirov ji civakê jî dûr dixîne. Dike asosyal."    Aydogmûş, xwest dewlet ji bo hilberînê piştgiriya ciwanan bike.