Îro jin pêşengiya meşê dikin 2020-06-19 12:00:24 STENBOL – Di Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê ya milê Edîrneyê de îro jin pêşengiyê dikin. Karwana meşê ku bi qurdêleyên xemrî û nepoxên xemrî hatin xemilandin ji Sultangazî bi rê ket.  Meşa HDP'ê ya bi dirûşmeya "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" ku ji milê Edîrne û milê Colemêrgê di 15'ê Hezîranê de dabû destpêkirin didome. Îro milê meşê yê Edîrneyê bi pêşengî û rengê jinê dest pê kir. Jinan li Stenbolê karwana meşê bi qurdêleyên xemrî û nepoxên xemrî xemilandin û ketin rê. Meclîsa Jinan a HDP'ê pêşengiya meşê dike. Endam û rêveberên jin ên HDP'ê di saetên serê sibê de li pêş avahiya HDP'e ya Sultangazî kom bûn û bi karwanekê ketin rê. Dema jin bi karwanê ketin rê polîsan li duriyana Sultan Gazî dorpêç kirin. Polîsên hêzên çevîk, bi TOMA û maşîneyên zirxî karwan xist nava çemberê.  Di bermameya meşê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenter û rêveberên HDP'ê yên jin jî cihê xwe digirin. Dîsa hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayındır jî tev li meşê bû. Jinan nivîsa xemrî ya "Têkoşîna Jinan li her derê ye" li ser maşîneyan nivîsandin û ketin rê. Jinan maşîne bi rengê xemrî xemilandin û dest bi rêwîtiyê kirin. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Arife Çınar û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan ajokariya maşîneyan kirin. Welatiyên derdorê jî bi tilîlî û çepikan piştgirî dan karwana jinan.   Jinên ku bi karwanê ji Sultangaziyê derketin rê, dê derbasî Sultanbeylî bibin û biçin pêş Girtîgeha Kandirayê.   Li Girtîgeha Kandirayê siyasetmedarên jin Sebahat Tuncel, Gultan Kışanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Çaglar Demirel, Aysel Tugluk, Edibe Şahin û Nurhayat Altun girti ne.