Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim 2020-06-19 11:07:08 WAN - Dayika Erhan Gorur ê li gundê Qaşqol a Elbakê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin Sidika Gorur, diyar kir ku kurê wê yê li 7 xwişk û birayên xwe mêze dikir, ji bo çend pakêtên cixareyê kuştin û daxwaza edaletê kir.   Leşkeran di 14’ê hezîranê de li ser sînorê gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê, gule li Erhan Gorur ê 20 salî reşanibûn û kuştibûn. Dayika Erhan Gorur Sidika Gorur, derbarê kuştina kurê xwe de axivî û wiha got: “Kurê min li 7 xwişk û birayên xwe yên 2 jê berasteng mêze dikirin. Ew li ser sînor ji bo çend pakêtên cixareyê kuştin. Ez daxwaza edaletê dikim.”    ERHAN LI MALBATÊ MÊZE DIKIR    Dayika 8 zarokan Gorur a mala wê di erdheja 23’yê Sibatê de hilweşaya, ji ber nekare di şert û mercên zivîstanê de di kon de bimîne, bi 7 zarokên xwe re li mala xwe ya li Gundê Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê kirê dikin de, dimîne. Dayika Erhan Gorur, anî ziman ku Erhan berî 3 salan bavê xwe winda dike û hîna di temenê xwe yê biçûk de neçar dimîne ku li 7 xwişk û birayên xwe yên 2 jê berasteng mêze bike. Gorur, da zanîn ku kurê wê Erhan derbarê malê dikir û wiha axivî: “Hemû barê malê li ser milê Erhan bû. Di erdhejê de mala me hilweşiya. Êmê heywanên me dibin kavilan de man. Tiştekê me nema. Erhan bi 2,3 paketên cixareyê yên ji ser sînor dianîn û difirotin, hewl dida debara malê bike.”    CARA DAWÎ KURÊ XWE NEDÎT   Gorur, da zanîn ku piştî leşker kurê wê di kujin, heya 4 saetan cenazeyê wî li erdê dihêlin û wiha bang li raya giştî kir: “Min cenazeyê kurê xwe jî nedît. Di 17’ê Hezîranê de min serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da. Ez dixwazin ku kesên kurê min kuştin bên darizandin û ceza kirin. Dema kurê min dikujin ji kesekê re tu tiştî nabêjin. Ji xwe heya veşartin jî tiştek ji min re negotin. Min cara dawî kurê xwe nedît. Agir xistin dilê min. Bi rastî jî ger li vî welatî edalet, wejdan û mirovahî hebe, kesên kurê min kuştin wê bên darizandin. Ez ê tu carî dest ji vê doza xwe berendim. Heya dawiyê ezê herim. Ez edaletê dixwazim.”   DAYIK BI ZAROKÊN XWE RE PERÎŞAN BIBÛ!   Sidika Gorur, piştî erdheja dawî, di 27’ê Sibatê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re axivîbû û diyar kiribû ku ew bi 8 zarokên xwe ve di kon de dijîn û bi şeve kon pir sar dibe. Gorur, dest  nîşan kiribû ku 2 zarokên wê yên berasteng hene û wiha banga alîkariyê kiribû: “Mala min min xirab bû. Ez bi zarokên xwe re di kon de dimînim. Bi şeve kon jî pir sar dibe. Di lingên zarokên min de pêlavên biserûber tuneye. Di cemidin. Pêdiviya me bi konteynirek gerim heye.”