Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt 2020-06-19 09:55:57 STENBOL - Vesîle U. ya li Bagcilar a Stenbolê dijî, ji bo ku hevjînê wê, wê ne kuje xwe ji berbanga malê ya qata yekemîn avêt. Vesîle U. ya ling û milê wê şikiyan rakirin nexweşxanê. Jina bi navê Wesîle U. ya li Taxa Guneşli ya navçeya Bagcilar a Stenbolê dijiya, di saet 02.30’ê şevê de rastî tundiya hevjînê xwe Ercan U. hat û hevjînê wê hewl da wê bi kuje. Vesîle U., ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanga malê ya qata yekemîn avêt. Jina li erde ket mil û lingên wê şikiyan. Li ser îxbara welatiyên derdorê ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyer. Karmên tenduristiyê Vesîle U. rakirin nexweşxanê.    Polîsan Ercan U. yê zirar dabû bedena xwe, teslîmê ekîbên tenduristiyê kirin û rakirin nexweşxanê. Dûre derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.