Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-06-19 09:38:04 ENQERE - 4 kesên ji ber zeliqandina afîşên “Meşa demokrasiyê” hatibûn binçavkirin hatin berdan.  Li navçeya Mamak a Enqerê, 4 endamên partiyê yên ji ber xebatên zeliqandina afişên “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Derbarê 4 kesên Hevserokê HDP’ê yê Mamakê Mûstafa Akkaya jî di nav de, bi îdîaya “Li dijî qanûna çalakî û meşê derketin” muamele hat kirin.