'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist' 2020-06-19 09:07:26 AMED - Hevseroka Giştî yê SYKP'ê Canan Yuce ku di nav "Meşa Demokrasiyê" de cih girtiye, destnîşan kir ku rûpoşa îqtidarê ketiye û got, wê meşa wan bi ser bikeve.  Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, çavdêriyên xwe yên ji bo "Meşa Demokrasiyê" ya HDP'ê vegotin. Yuce, anî ziman ku li hin deveran bi astengî û êrîşan re rû bi rû mane. Canan, destnîşan kir ku rûpoşa îqtidarê ketiye û got, wê meşa wan bi ser bikeve.    'HDP PARTIYA BINDESTA YE'    Hevseroka SYKP'ê ku yek ji pêkhateyên HDP'ê ye Yuce, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji sala 2015'an ve di serî de HDP bi awayekî dijwar êrîşê dibe ser muxalifan hemûyan û got, ji bo ev êrîş bi dawî bibin û bêhan muxalifan derkeve "Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê" dane destpêkirin. Yuce, destnîşan kir ku partiya wan ji roja ku hatiye avakirin heya niha li ser rêça ku bibe partiya bindestan dimeşe û got, bi vê meşê jî xwestine bang li bindestan û civaka muxalif bikin. Yuce, got:" Werin em bi hev re pêşî li vê pergala kedxwariyê, rejîma yekzilamî, vê dîktatoriyê û faşîzmê bigirin."    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN'    Yuce, anî ziman ku wê ev meşa wan ne meşa dawî be û got, lê belê ji bo bindestan bûye çirûskek. Yuce, destnîşan kir ku bi îqtidareke derî mirovahiyê re têdikoşin û got: "Wê meşa me bi ser bikeve."    Yuce, destnîşan kir ku eleqe û nêzîkatiyeke pir baş ji bo meşa wan çêbûye û got: "Me li milê Edîrneyê û li milê Colemêrgê jî dît, xwedîderketineke mezin heye. Me dorpêçkirina li Amedê dît. Çendî ku gel dorpêç kirin û rêyên em ê tê re biçin hatin girtin jî, gel li cem HDP'ê ye û xwedî lêd erdikeve. Di vê emşê de me hinekî din jî wêrekî, hinekî din jî bibiryarî xist heyba xwe. Me bi çavê xwe dît ku wê ev gel li ber vê îqtidarê serî netewîne. Ev qas binçavkirin, ev qas girtin, ev qas komkujî çêdibin lê dîsa jî gel dibêje em li vira ne."    'RÛPOŞA ÎQTIDARÊ KET'    Yuce, destnîşan kir ku îqtidarê li dijî partiya wan kampanyayeke lînckirinê daye destpêkirin û got, di demên dawî de çapameniya berbelav jî ew kirine hedef. Yuce, bilêv kir ku çapemeniya berbelav berdevkiya îqtidarê dike û îqtidar bêje çi wiha dikin û got: "Lê heger çapemeniya AKP'ê me dabe ber nîqaşan nexwe em di rêya rast de ne. Û rûpoşa vê îqtidarê ket. Bi vê meşê re maskeya wê hinekî din jî ket. Îqtidarê bi mudaxileya xwe ya li ser meşê re xwe pûç kir. Gel bi çavê xwe qeyûman, girtin û êrîşan dibîne, tu baweriya gel ji bo îqtidarê nemaye."