ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-19 09:00:34 * Alî Dogan ku 21 sal in di tersaneyên Tûzlayê de dişixule îşaret bi gotina îqtidarê kir ku gotibû "Em di heman keştiyê de ne" û ji bo kedxwariya li tersaneyan got: "Em di heman keştiyê de ne lê em di tanqên balastê de ne, ew jî li koşka kapîtan."  * Hevseroka Giştî yê SYKP'ê Canan Yuce ku di nav "Meşa Demokrasiyê" de cih girtiye, destnîşan kir ku rûpoşa îqtidarê ketiye û got, wê meşa wan bi ser bikeve.    * Li Dersimê komek ciwan dev ji jiyana li bajaran berdan û li gund bi awayekî piştevaniyî dest bi çandiniyê kirin.   * Zozana Korhanê ku serê Çiyayê Agiriyê û seranserê Deşta Îdirê jê dixuyê, ji biharê heya payizê malovaniya bi sedan zozanvanan dike.    * Li navçeya Rêya Armûşê Muhsîn Namaz, 57 sal in çandiniyê dike. Namaz, zebzê xwe nade tomerîfiroşan, bi xwe digihîne mezêxeran. Her wiha kesên rewşa wan nebaş be jî belaş dide wan.    * Hasan Bîrlîk ji ber ku di merasîma cenazeyê kurê xwe Haci Lokman Bîrlîk de wêneyê kurê xwe hilgirtibû doz lê hatibû kirin. Dû re dadgehê dosye beraat kiribû, lê belê vê carê dadgeha îstinafê biryara beraatê ya der barê Hasan Bîrlîk û 9 kesên din de xera kirin.   * Alî Baba Akdogan ku 17 salin bi dildarî li Navçeya Pilûrê ya Dersîmê Kaniyên Munzûrê Diparêze û çira difiroşe, xwest tu kes desetên xwe jî nedin dilopek ava Mûnzûrê.    * Endamê Navenda Giştî ya ÎHD'ê Mehmet Zekî Tanguner, diyar kir ku dê binpêkirinên ku di çalakiya "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" ya HDP'ê de pêş ketin bike rapor.    *  11 karkerên madenê yên ku li navçeya Milasê ya Muglayê di kargeriyek madenê de kar dikirin, ji ber mafê "reva ji kar" parastin ji kar hatin avêtin. 11 karker, ji bo dîsa dest bi kar bikin dest bi çalakiyê kirin.    * Geşedanên derbarê vîrûsa koronayê (Covîd-19) dê werin şopandin.    * 41 baro li dijî hewldana guhertina Qanûna Parêzertiyê û pergala hilbijartinê dê ber bi Enqereyê ve meşê bidin destpêkirin. (10.00)   * Geşedanên têkildarî "Meşa Demokrasiyê" ya HDP'ê ku ji Colemêrgê û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve didome dê were şopandin. (10.00 - 19.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê dê têkildarî amadekariyên pêşwazîkirina meşa ji Colemêrgê û Edîrneyê ber bi Enqerê ve diçe daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)