Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin 2020-06-18 23:44:11     AMED - Eylem Oyûnlû ku dayik, du xwîşk û birayeki wê girtîne îro bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin.    Eylem Oyûnlû ya 27 salî ku dayika wê Dîlber, xwîşka wê Tûba û birayê wê Harûn Oyûnlû girtîne, îro bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin. Parêzerê malbatê diyar kir ku Serdozgeriya Komarê Licê di çarçoveya dosyeya malbatê de ji bo îfadeyê gazî Oyûnlûyê kiriye. Li ser vê Oyûnlû ya ku li Amedê dijî çû dozgeriyê.  Dozger jî bi îdiaya bi daxwaza girtinê Oyûnlûyê şand Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê, dadgehê jî bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye" Oyûnlûyê girt û şand Girtîgeha Jinan a Amedê.   ÇI QEWIMÎ BÛ   Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 14’ê Nîsanê de li Gundê Xirabê û mezraya Spênî ya Licê, Gûndê Çemê Elîka yê di navberê navçeya Hênê û Licê de û Gûndê Şelê yê navçeya Hênê operasyoneke eskerî ya dorfireh dabû destpêkirin. Di operasyonê de Ferhat Onkol û ji Gundê Çemê Elîka jî ji heman malbatê Dîlber Oyûnlû ya 48 salî, keça wê Tûba ya 30 salî û kurê wê Harûn Oyûnlû yê 18 salî hatibûn binçavkirin. Welatiyên ku 4 rojan di bin çavan de mabûn Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine" ew girtibûn.