Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin 2020-06-18 15:57:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê e-rojnameyê Zekî Erden têkildarî geşedanên li Rojnihata Navîn û çarenûsa Kurdan diyar kir ku gelek bûyer û geşedan di zik hev de rû didin û wiha got: "Pevçûn û nakokî di nava hev de ne. Taybetmendiyên vê serdemê wiha li rê diçin. A girîng ew e ku di nava vê tevlihevî û geremola vê sedsalê de kurd çarenûsa xwe diyar bikin û statuyekê mîsoger bikin."      Nivîskarê rojnameya e-rojname Zekî Erden, vê hefteyê di quncikê xwe de cih da geşedanên li Rojhilata Navîn pêş dikevin û têkoşina Kurdan. Erden, anî ziman ku gelek nakokî di nava hevde pêş dikevin û ya girîng Kurd di nava van  nakokiyan de statuya xwe mîsoger bikin e. Nivîsa Zekî Erden a e-rojnameyê ku bi sernavê "Kurd ne berxikên ber dilê hêzên serdest in" wiha ye:      Ev demekî dirêje hêzên hegemonîk dixwazin Rojhilata Navîn li gorî perspektîf û berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin.   Ji bo vê yekê wisa diyar e ku Amerîka û Rûsyayê di çarçoveyeke giştî de li hev kirine. Îsraîl jî der barê vê çarçoveyê de dilxweş e û xwe serkeftî dibîne. Bêguman ji ber ku Îsraîl naxwaze Îranê di hînterlanda xwe de bibîne kêfxweş e. Bi qasî xuyaye Amerîka û Rûsyayê jî daxwazên Îsraîlê qebûl kirine, jixwe nikarin qebûl nekin, lewre Îsraîl di vê mijarê de diyarker e.   Civîna ku di 25’ê hezîranê li Tel Avîvê pêkhatibû, geşedanên îroyîn pişterast dikin. Di wê civînê de bi qasî ku tê zanîn, Îsraîlê ewlehiya xwe bi Amerîka û Rûsyayê daye qebûlkirin. Dîsa ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê, Amerîka û Rûsyayê di wê civîna navborî de li ser nexşerêyeke siyasî li hev kirine.   Wekî ku tê zanîn di sala 2021’ê de li Sûriyeyê hilbijartina serokdewletiyê heye. Daxistin û dûrxistina Esad a ji desthilatiya dewletê, bi şêweyekî ‘qanûnî’ hatiye plankirin. Yanî wê bi awayekî ‘legal û zagonî’ Esad bişînin malê! Heke Esad çok bide erdê û pêkoliyê bike, bêje ez qebûl nakim û naçim, dê ambargoyê li ser wî û derdora wî bişidînin. Dixwazin bi vî awayî li Sûriyeyê derbasî pêvajoya siyasî bibin.   Helbet Tirkiye jî ji van geşedanan agahdar e. Lê rewşeke balkêş heye. Gelo Erdogan û şirîkên xwe dê berî Esad biçin an dê Esad beriya wan biçe? Ev ne diyar e. Ji niha de mirov nikare şîroveyeke zelal bike. Lê teqez têkoşîn û berxwedana kurdan dê vê yekê diyar bike.   Wisa xuyaye ku Erdogan naxwaze kenê Esad û alemê bi xwe bîne û beriya wî biçe. Ji bo wê çendê êrîşên giran û dijwar ên dagirker û qirker li kurdan dike. Aliyeke êrîşên vê dema dawî yên li ser HDP’ê, Mexmur, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê lez û beza gavên tirsê ne, aliyê din jî mayîndekirina dagirkeriyê ye. Mîna ku patronan periyodek dabin tirkan; “An dê bi lezgînî hedefên xwe tesfiye bikin an jî dê tesfiye bibin.” Bawer kirine ku di tesfiyekirina kurdan de biserkevin, na heke ser nekevin jî dê Tirkiyeyê serobino bibe. Li gorî zîhniyeta Erdogan-Bahçelî divê wiha bibe. Di diyalektîka aqilê tirkîtiyê de ev qanûnek e. Dawiya dawî ev qanûn ku ya hevkuştin û xwekuştinê ye, dê li wan vegere.   Ew Tirkiyeya ku di pêşengiya Erdogan û Bahçelî de qirkirina kurdan esas digire, dixwaze yekitiya kurdan jî ku niha li rojavayê Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe, ji bo xwe bike amûrek a ji bo tesfiyekirina PKK’ê û hêzên azadîxwaz.   Dên û bala we jî lê bûye; Amerîka, Rûsya, Yekitiya Ewropa, sazî û dezgehên navdewletî, êrîşên tirkkolonyal û qirker ên li ser kurdan weke pirsgirêk nabînin. Di heman demê de PDK û YNK jî li hemberî êrîşên tirkan bêdeng in. Heke deng bikin jî dawiya dawî dengê xwe li PKK’ê bilind dikin û hew.   Helbet ev dinya ne heyran û sewdaliya bejn û bala kurdan e. Kurd ne berxik, ezîz û ezîzeyên ber dilê wan in. Lê kurd mecbûrî hev in. Kurd li Rojhilata Navîn hêz in, lê ev hêz (polîtîk dîplomatîk û leşkerî) hê ji hev perçe ye. Heke kurd di warê polîtîk, leşkerî û dîplomatîk de hêza heyî bêhîle û pîle bikin yek, li dijî dek û dolabên hêzên xêrnexwaz jî rawestin, ji Efrînê heta Kerkûk û Qendîlê alaya wan a polîtîk û leşkerî dê li ba bibe. Eger na Tirkiye amadeye destkeftiyên kurdan ên heyî jî bixe bin serweriya xwe. Hê ji bîr nebûye; Kerkûk, Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û hwd. encamên vê perçepertiyê bûn.   Axirê gelek bûyer û geşedan di zik hev de rû didin. Pevçûn û nakokî di nava hev de ne. Taybetmendiyên vê serdemê wiha li rê diçin. A girîng ew e ku di nava vê tevlihevî û geremola vê sedsalê de kurd çarenûsa xwe diyar bikin û statuyekê mîsoger bikin.   Ji bo kurdan a girîng û bi qîmet ev e, ne hesabên hêzên hegemonîk, hevkar û xulamên wan in."