Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin 2020-06-18 15:14:25 STENBOL – Parêzerên ku ji bo hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de, li ber Edliya Stenbolê nobet girtin û bang li Dadgeha Bilind kirin ku dosya derbarê wan ya di asta lêkolînê de xera bike.    Ji ber ku parêzer Dîdem Aslan li derveyî bajar bû, vê hefteya çalakiya wê ya nobeta edaletê ku ji bo “darizandina adîlane” ya hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne digirt, Koordînasyona Azadiya Parastinê dewr girt. Di nobetê de wêneyên Tîmtîk û Unsal û dovîzên li ser “Ji parêzerên gel re azadî” nivîsandî hatin hilgirtin.    BÊRÎKIRINA EDALETÊ   Di çalakiyê de Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Nagehan Avçîl, daxuyanî da. Avçîl, diyar kir ku doza derbarê Tîmtîk û Unsal weke êrîşa li dijî hempîşeya parastin û parêzeriyê dibînin û wiha got: “Her dû jî gelek qels bûne. Bêrîkirina me hemûyan di laşê wan ê ku zirav bûye heye. Her dû hempîşeyên me ji ber gumana ku wê li dadgehên bilind ên welat jî hiqûq pêk neyê rojiya mirinê didomînin. Em ji Dadgeha Bilind daxwaz dikin ku dosyaya di asta lêkolînê de ye li gorî mafê darizandina adîlane xera bike.”