320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin 2020-06-18 15:13:58 SILÊMANÎ -  320 rewşenbir, akademîsyen û siyasetmedaran daxwaznameyek îmze kirin û pêşkêşî parlamentoya Iraqê kirin û xwestin ku Tirkiye êrîşên xwe yên li ser axa Başûr bi dawî bikin.  320 kesayetên cuda, li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên li ser ser xaka Başûrê Kurdistanê dimeşînin, daxwaznameyek îmze kirin û radestî Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kirin. Di daxwaznameyê de ji parlamentoyê xwestin ku êrişên Tirkiyeyê û topbarên dewleta Îranê rawestînin.   Koma Aştî li Silêmaniyê serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Silêmaniyê kir. Di serdanê de daxwazmeyek  îmzeya 320 kesayetan li ser bû pêşkêşî Parlamentoya Iraqê hate kirin. Koma Aştî ya ji Dr. Fayiq Gulpî, parlamenterê berê Dr. Şêrko Heme Emîn, Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên û Mamostayê Zanîngehê Hevîn Mela Emîn pêk tê, di destpêka serdanê de ji gel parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr civiya.   RÊYÊN TUNDIYÊ BIGIRIN        Di civîna çapemeniyê de, Şêrko Heme Emîn daxwaz ji hemû rojnameger û saziyên çapemeniyê kir ku ji bo rewşa heye bi erkekî ehlaqî tevger bikin û di berjewendiyên gel û xakê de kar bikin. Hevjîn Mela Emîn daxwazname bi zimanê Erebî xwend û got: ”Welatiyan, Parlamentoya Iraqê û raya giştî ji şer û dagirkerina Başûrê Kurdistanê agahdar dikin. Daxwazê dikin ku hemû hêz û alî li ser asta hundirin û derve ji bo çareserkirina riyên tûnd bigirin. Bi zimanê guftûgo û aştiyê çareser bikin. Bi tundî li dijî şer û dagirkeriyê rawestin.”   Di daxwaznameyê de daxwaz tê kirin ku pêşiya hemû binpêkirin û bombebaranan were girtin. Pêşî li destwerdana Tirkiye û Îranê were girtin û wiha tê destnîşan kirin; ”Divê her sê serokatiyên Iraqê ji bo parastina destkeftiyên dîrokî yên Iraqê û herêmê hemû hewldanan bikin.”         Parlamenter Rêzan Şêx Dilêr jî pêşwazî li helwesta Koma Aştî kir û diyar kir ku divê ji bo derxistina artêşa Tirk sûd ji biryara aliyên Şîe were girtin ku ji bo derxistina hêzên biyanî hatiye dayîn.